Wezîra Derve ya Almanya bi nameyekê spasiya Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî kir
PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Bearbock nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û tê de spasiya xwe ji bo pêşwaziya dostane ya dema serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nîşan da
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, îro Sêşemê 28ê Adara 2023an, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Bearbock nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand û tê de tevî spasiya ji bo pêşwaziya dostane ya Serokê Herêma Kurdistanê di dema serdana wê ya Herêma Kurdistanê de di rojên 7ê heta 10ê vê mehê de, tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dike û bal kişandiye ser berdewamiya hebûna hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê.
Wezîra Derve ya Almanyayê spasî û pêzanîna welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan daye, ji bo mêvandarî û hewandina wan awareyan di encama êrîşên DAIŞê de yên ji sala 2014an ve li Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî mêvandariya awareyên ji pêkhateyên Mesîhî û Êzidî.
Annalena Bearbock piştgiriya welatê xwe ji bo vegera awareyan bo cih û warên xwe dubare kiriye, ji bo vê mebestê jî, Herêma Kurdistanê û Iraqê han dide ku gotûbêj û xebat li ser vê mijarê bikin.
Hat gotin ku ji bo Almanyayê girîng e ku karên cidî li ser rûbirûbûna metirsiyên guherîna keşûhewayê li Iraq û Herêma Kurdistanê werin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin