Wezîra karên derve ya Almanya cara 5em çû Îsraîlê

14 February 2024 23:49 0 dîtin
Wezîra karên derve ya Almanya cara 5em çû Îsraîlê

PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock piştî şerê navbera Îsraîlê û Hamasê ya di 7ê Cotmeha 2023an de destpêkir, car 5em e ku diçe Îsraîlê. Di hevdîtinan de dibe Baerbock zorê bide ser Îsraîlê da li Xezzayê agirbes çêbibe.

Wezîra Baerbock, di çarçova seredana xwe de wê bi serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog, serokwezîr Binyamin Netanyahu û wezîrê karên derve yê Îsraîlê Israel Katz re hevdîtin bike. Baerbock berya seredana xwe ya Îsraîlê di daxwuyaniya xwe de got:

“Mirov ji rewşa Rafahê ya niha bawer nake. 1,3 milyon mirovan di ciyekî teng de xwe ji êrîşan diparêze. Êrîşa artêşa Îsraîlê ya ser Rafahê wê bibe felaketekî mirovî. Pêwiste Îsraîl xwe biparêze lê divê heya jê were êşa sîvîlan sivik bike. Ji bo serbestberdana esîran divê navberê bidin şerî. Ez ê di hefta pêşiya me de li ser çareseriyê car din li rêyekî bigerim da bi Îsraîlê re biaxifim.”