Wezîra karên derve ya Almanya seredana Ukraynayê kir

11 January 2023 01:54 0 dîtin
Wezîra karên derve ya Almanya seredana Ukraynayê kir

PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock ji nîşka de seredana Ûkraynayê kir û li ser sînorê Rûsyayê li bajarê Harkovê geriya. Baerbock, ji aliyê wezîrê karên derve yê Ukraynayê  Dmitro Kuleba de hat pêşwazîkirin. Baerbock cara sêyeme ku seredana Ûkraynayê dike û vê carê serkonsulê Almanyayê Oleksii Makeiev pê re geriya.

Baerbock berya bi Kuleba re hevdîtinê bike ragihand ku desteka Almanya ji bo Ûkraynayê tevî şertên zor û zahmet yê zivistanê û îşxala Rûsyayê dewam dike û weha got:

“Ev bajê remza şerê Ûkraynayê û Rûsyayê ye ku li rojhilatê welat her roj mirov bi xeterî û êşa han re rû bi rû ne. Em ê bêhtir alîkariya Ukraynayê ya mirovî û leşkerî bikin. Em ê bibin alîkar da Ukrayna bibe endamê Yekîtiya Awrûpayê.”

Kuleba jî seredana Baerbock ê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand û got:

“Îro ez û Baerbock me bi hevre seredana Harkova ku Rûsya bûye sedem wê ya êş û eleman ziyaret kir. Qet şika min tine wê her ji Almanya bêhtir alîkariya leşkerî ji me re were.”