Llyod Austin ji Hulusî Akar re got: S-400ên rûsî ji destê xwe derxin!

02 April 2021 16:41 0 dîtin
Llyod Austin ji Hulusî Akar re got: S-400ên rûsî ji destê xwe derxin!

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Berevanîya Tirkiyê Hulusi Akar bi rêya telefonê axivîne û Austin di wê pêwendiyê de bang li Tirkiyê kiriye S-400ên rûsî ji destê xwe derxe.

Wezareta Berevanîya Amerîkayê (PENTAGON) li ser hevdîtina herdu wezîran ragihand ku Austin û Akar ser sîstema moşekî ya berevaniya asmanî S-400an jî axivîne û wî ji Wezîrê Berevanîya Tirkiyê re gotiye sîstema Rûsyayê ji destê xwe derxin.

Pentagonê da xuyakirin, Austin û Akar, peywendiyên dualî yên ser berevaniyê û ewlekariya hevbeş ya di bin banê NATO de peyivîne.

Hêjayî gotinê ye, di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya li ser hevdîtina Austin û Akar de, derbarê mijara S-400an de ti tiştek nehatibû gotin.