Hulusî Akar li ser ketina helikopterên HSDê axivî: Hewlên vala ne...
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, li ser ketina 2 helîkopterên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku 9 şervan û fermandarên HSDê tê de can dane axivî û got, “Piştevanên YPGê bi dayîna helîkopteran cardin li ser tawanê hatin girtin.”
Akar bêyî ku navê Amerîkayê bide got: “Piştevanên YPGê bi dayîna helîkopteran car din li ser tawanê hatin girtin. Em li bendê ne ku ew fêm bikin ev hewlên wan vala ne.”
Hulusî Akar diyar kir, ew dê operasyonên xwe yên li navxwe û derveyî sînor berdewam bikin û got: “Di vê çarçoveyê de ji 24ê Tîrmeha 2015an û heta niha li navxwe, Iraq û Bakurê Sûriyê bi giştî 37 hezar û 647 û ji destpêka îsal ve jî 306 terorîst hatine jinavbirin.”
Hêjayî gotinê ye, şeva 15ê Adara 2023yan li nêzîkî gundê Berkiyat ê girêdayî navçeya Çemankê ya parêzgeha Duhokê helîkopterek ketibû xwarê û 7 kesan tê de can dabû.
Piştî du rojan 17ê Adarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku du helîkopterên şervanên wan vediguhestin Silêmaniyê, ji ber rewşa nebaş ya hewayê ketine xwar û 9 şervanên wan şehîd bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin