Hulusî Akar, dewriyeyên hevpar ên li Rojava nirxand
PeyamaKurd- Li ser dewriyeyên hevpar ên li Rojava yên ji aliyê hêzên Rus û hêzên Tirk ve hatibûn kirin, ji aliyê Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê ve hatin nirxandin.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, li ser dewriyeyên hevpar ên ku li Rojava hatibûn kirin, axivî û diyar kir ku ev dewriye dikarin bên bipêşxistin.
Hulusî Akar di daxuyaniya xwe de got, "Helwesta me ya di civîna li Moskowê de parastina welêt û miletê me ye. Me biryardariya xwe ji muxatabên xwe re anî zimên. Çi li dijî birayên me yên li Tirkiyeyê çi jî li dijî biryaên me yên li Suriyeyê, ne pêkan e ku em tiştekî li dijber bikin. Hêviya me ew e ku ev pêvajo bi awayekî maqûl û aqilê selîm berdewam bike.”
Wezîr Akar bal kişand ser dewriyeyên hevpar ên Rusya û Tirkiyeyê ya li Rojava û got ku “Dewriyeyên hevpar ên bi Rusyayê re dikarin bên bipêşxistin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin