Hulusî Akar, li Îmaratê hegera operasyona li dijî Rojava dubare kir

31 May 2022 17:08 0 dîtin
Hulusî Akar, li Îmaratê hegera operasyona li dijî Rojava dubare kir

PeyamaKurd-Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, hegera operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê û YPGê, li Îmaratê dubare kir. Akar got ku em bi tu awayî hebûna terorîstan li başûrê Sûriyeyê qebûl nakin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar, li Îmaratê biryara Tirkiyeyê ya ji bo pêkanîna operasyoneke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dubare kir. Akar ragihand û got,“Li başûrê Tirkiyeyê, korîdoreke terorê dihat vekirin, lê me diyar kir ku em ê destûrê nedin wan û ev ji bo ewlehiya welatê me, însiyatîfên gelek nerehet û xeternak in. Em duh jî û îro jî di heman fikirê de ne. Nirxandina me, naguhere.”

Hulusî Akar, di derbarê operasyonên derveyî sînor ên Tirkiyeyê de jî got ku yekane armanca Tirkiyeyê ew e ku ji van çalakiyan dabînkirina ewlehiya welêt, netewe û sînorên xwe ye. Akar bi berdewamî da zanîn ku Tirkiye tu cudahiyekê nake navbera PKK û YPGê. Akar got, “Di hevdîtinên ku me bi muxatebên xwe re kirin de me bi hemû delîlên xwe yên şênber, bi berfirehî eşkere kir ku PKK û YPG heman in. Divê her kes ji vê mijarê û helwesta me fêm bike. Em bi tu awayî hebûna terorîstan li başûrê welatê xwe, li bakurê Sûriyeyê qebûl nakin. Kî li pişt terorîstan be bila bibe, em ê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bi biryardarî bidomînin.”

Akar bi berdewamî got, ‘Em rêzê li yekîtiya ax û serweriya welatên cîranên xwe digirin. Ji bo me tu cudahiya etnîkî, olî û mezhebî, di navbera terorê û terorîstan de tuneye.” Hulusî Akar di derbarê dema operasyoneke nû ya Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê de jî axivî û got, “Hêzên Çekdar ên Tirk bi personel, amûr, çek û cebilxaneyên xwe û bi moral, motîvasyon û ezmûna xwe ya bilind, ji bo her erkekê amade ne. Di vî warî de bi biryar in û jêhatî ne.”