Hulusî Akar: Me operasyona Rojava bipas nexistiye!

10 July 2022 10:54 0 dîtin
Hulusî Akar: Me operasyona Rojava bipas nexistiye!

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, li ser nûçeyên bipaşxistina operasyona ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê got ku operasyonên wan li dijî PKK û YPGê didomin, wan operasyona Til Rifat û Minbicê jî bipaş nexistiye.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li bajarê Colemêrgê serdana leşkeran kir û li ser pêkanîna operasyona li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê got, ji Minbic û Til Rifatê li dijî hêzên wan êrîş pêk tên û ew li hemberî vê yekê bêdeng namînin.

Akar li ser pirsa ku di lutkeya Madrîdê ya NATOyê de operasyona wan a li Sûriyê hatiye paşxistin diyar kir: “Ti biryarek wiha nehatiye dayîn. Em bi biryar in di bin serokatiya Erdogan de tiştê pêwîst be bikin.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê rexne li Rûysa û Amerîkayê girt ku rêkeftina 2019an a nehatiye bicihkirin û got, YPG ji cihên hatine diyarkirin venekişiya ye û hevalbendên wan jî sozên xwe bi cih neanîne.

Herwiha Akar derbarê egera operasyonê û rûdana şer ligel hêzên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê jî got, ew hêvîdar in bûyereke wisa çênebe, pêwendiyê wan ligel Rûsya û Amerîka didomin û divê Amerîka dawî li piştgiriya YPGê bîne.