Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê li ser operasyona Rojava bi Akar re axivî
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar re bi rêya telefonê axivî û got, Amerîka bi awayekî tund li dijî operasyoneke nû ya li ser Rojavayê Kurdistanê ye.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, di pêwendiya telefonî de Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar li ser mijarên berevanî û ewlehiyê ya navçeyê axivîne.
Hat zanîn Hulusî Akar di pêwendiyê de eşkere kiriye, Tirkiye û Amerîka du hevbeşên girîng in û "operasyonên li dijî terorê, di çarçoveya mafên berevaniya rewa yên madeya 51 a Peymana Neteweyên Yekgirtî de têne kirin."
Herwiha Akar destnîşan kiriye, "di operasyonên têkoşîna dijî terorê de armanca yekane terorîst in û hêzên Hevpeymaniyê an jî sivîl dê ziyanê nebînin".
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) jî di derbarê pêwendiyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin ji ber êrîşên li Cadeya Îstiklalê, Kilîs û Dîlokê, sersaxî li Hulusî Akar kiriye.
Lloyd Austin daxwaz kiriye ragêşiya li Sûriyê were kêmkirin û eşkere kiriye, Amerîka bi awayekî tund li dijî operasyoneke nû ya li ser Rojavayê Kurdistanê ye.
Herî dawî Austin eşkere kiriye, operasyonên asmanî yên ku jiyana leşkeran dixe metirsiyê, divê werin rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin