Wezîrê berevaniyê yê Îsraîlê: Me di operasyona ser Xezzayê de serkeftinên bas bidest xist
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku artêşa Îsraîlê di operasyonên ser Şerîda Xezzayê de serketinên girîng bi dest xistiye lê artêş bedeleka baş jî daye.
Gallant, di seredana xwe ya ji bo yekîneya aîdê hêzên hewayî de ragihandina xwe kir. Gallant got ku di navbera artêşa Îsraîlê û grûbên Fîlîstînî de şer çêbûye. Gallant got:
“Mixabin bedela her şerekî heye. Bedela roja dawiyê gelek giran bû.”
Artêşa Îsraîlê îro ragihandibû ku li bakûrê Xezayê di şer de 2 leşkerên Îsraîlê can dane û 2 leşker jî giran birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin