'Wezîrên berevaniyê yên dewletên NATOyê derbarê operasyona Tirkiyê de cuda difikirin'

26 October 2019 10:12 0 dîtin
'Wezîrên berevaniyê yên dewletên NATOyê derbarê operasyona Tirkiyê de cuda difikirin'

PeyamaKurd - Civîna bilind a 29 wezîrên berevanî yên dewletên NATOyê, ku li Brukselê du roj dewam kir, bi dawî bû. Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg diyar kir ku 29 wezîr li ser operasyona Tirkiyê ya li dijî bakurê Sûriyê axivîne û fikrên wan ên di vê barê de ne wek hevdu bûne.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg da zanîn ku ragêşiya li Sûriyê kêm bûye û ew dê têkoşîna dijî DAIŞê bidomînin. Wî got ku ew bi awayekî erênî li pêşniyara Almanyayê dinerin, ku dixwaze ku li Sûriyê hêza navneteweyî hebe û diyar kir ku ew hewil didin ku çareseriyeke mayînde bibînin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku DAIŞ dixwaze li Afganistanê mezin bibe û amaje kir ku ew ê rê li ber vê yekê bigirin.

Stoltenberg herwiha got ku bo bûyerên tundûtûjiyê çênebin ew hewil didin ku bi Talîbanê re li hev bikin.