Zîrwa NATOyê bi tevlîbûna serok û serokwezîrên dewletên endam destpêkir
PeyamaKurd - Zîrwa NATOyê bi tevlîbûna serok û serokwezîrên dewletên endam li Washingto DC yê destpêkir. Celsa zîrwê ya ewilî li Navenda Kongrê ya Walter E. Washingtonê destpêkir.
Wê di civînê de mijarên şerê Ûkrayna-Rûsya, koordinasyona desteka leşkerî, mesrefên bergiriyê, siyaseta li dijî Çînê, hevkariya li Hint-Pasifikê ya bi hevkaran re û tedbîrên leşkerî axaftin bên kirin û biryaran bidin. Şerê li Xezzayê û Îran, têkiliyên Çin-Kora Bakûr-Rûsya dê mijara axaftinên endaman be.
Berya zîrwê, serokkomarê Fînlandiyayê Aleksander Stubb ji bo çapemeniyê ragihand ku ji endamtiya NATOyê dager tine û dewam kir:
“Ji vê derê ji Kremlinê re dibêjim ku nema Ûkrayna ji rêya endamtiya NATOyê dadigere û dema ji vê derê peyamê didim bawerim gelek girînge.”
Di wexta çûna ciyê civînê an ku navenda kongrê de, pêşwaziya lîderan ji aliyê serokê Amerîkayê Joe Biden û sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg de hat kirin. Piştî tevlîbûnê, wêneyê malbata NATOyê hat kişandin.
Zîrwe bi axaftina Stoltenberg destpêkir û Stoltenberg got:
“Ji bo pîrozbahiya 75 saliya hevkariya me pîroz bikin, ji Washingtonê xweştir cîh nedibû ji ber di sala 1949an de Peymana Bakûr ya Atlantîk (NATO) li vê derê hat îmzekirin.”
Serokê Amerîkayê Joe Biden di axaftina xwe ya destpêkê de got:
“75 sale gelên me, di paş mertalê NATOyê de mezin bû û ket refahê. Em îro ji her wextê berê xwurttirin. Em îro ji berê bêhtir dilxweşin. Piştî ez bûm serokê Amerîkayê NATO xwurttir bû, Îsveç û Fînlandiya bûn endam, jimara endamên ku ji budça xwe ya nesafî %02yê wê didan budça bergiriyê, niha jimara wan endaman ji 9an derketiye 23an.
Ev tişnan ne şansin, di encama tercîhan de çêbûne. 2 sal berê, me di zîrwê de ji bo bergiriya xwe nûjen bikin, planekî da destpêkirin û divê em îro bêjin di rêzê de çi heye da em bikin.
Rûsya hilberîna bergiriyê bi miqdarekî girîng zêde kiriye û divê endamên NATOyê li paş vêya nemînin. Sîlih, muhîmmat û hilberîna alavan gelek zêde dikin û vêya bi desteka Çînê, Kora Bakûr û Îranê dikin. Li gor fikra min, divê hevkariya me li paş wan nemîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin