Lûtkeya Serokên NATOyê: Erdogan bi gelek serokan re civiya

12 July 2024 09:09 0 dîtin
Lûtkeya Serokên NATOyê: Erdogan bi gelek serokan re civiya

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan ên Hevpeyman û Partî yên di çarçoveya Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê de bû. Erdogan di çarçoveya lûtkeyê de bi gelek serokan re hevdîtin kir.

Erdogan li Washingtona paytextê Amerîkayê ku ji bo beşdarî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê bibe çûbû peywendiyên xwe didomîne.

Erdoganê ku serê sibê hat Navenda Peymana Walter E. ya ku lûtke lê hat lidarxistin, di çarçoveya lûtkeyê da beşdarî Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan ên Îtifaq û Partner bû.

Li gel Erdogan Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Şêwirmendê Serokê Giştî yê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê Balyoz Akîf Çagatay Kiliç jî hebûn.

Erdogan beriya hevdîtinê bi hin serokan re sohbet kir.

Bi Zelenskiy re hevdîtin kir

Erdogan di çarçoveya Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê de bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re civiya.

Di hevdîtinê de pêvajoya şerê Ûkraynayê û Rûsyayê û mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de Erdogan diyar kir ku Tirkiye ji bo şerê Ûkrayna-Rûsyayê bi aştiyeke adil bi dawî bibe xebatên xwe didomîne û ji bo zindîkirina Înîsiyatîfa Genimê Deryaya Reş jî xebat dane destpêkirin.

Erdogan herwiha diyar kir ku Tirkiye ji bo her destpêşxeriyê amade ye, di nav de navbeynkarî jî ji bo avakirina bingeheke aştiyê.

Bi Macron re hevdîtin kir

Erdogan di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Washingtonê de ku di Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê de bû, bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên Tirkiye û Fransayê, şerê Ûkraynayê û Rûsyayê, êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê û mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de Erdogan bal kişand ser girîngiya zêdekirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Fransayê de di her warî de û diyar kir ku pêwîst e pêvajoya endamtiya Tirkiyê ya li Yekîtiya Ewropayê ji nû ve were vejandin û tê çaverêkirin ku di vî warî de piştgiriya Tirkiyê bê kirin.

Erdogan diyar kir ku teşwîqkirina Îsraîlê ya ji aliyê welatên rojavayî yên derbarê agirbestê de wê bibe sedema aştiya navçe û cîhanê û ji bo Fransa di vê xalê de gavên berbiçav bavêje dê bi fêde be.

Erdogan bi Starmer re hevdîtin kir

Erdogan di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Washingtonê de bi Serokwezîrê Îngilistanê Keîr Starmer re ku ji bo Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê re civiya.

Di hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên navbera Tirkiye û Brîtanyayê û mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Erdogan di hevdîtinê de wiha got, di heyama nû de Tirkiye û Îngiltere ji bo pêşdebirina pêwendiyan di her warî de dikarin gavên nû bavêjin û ew dixwazin pêvajoya erênî ya têkiliyan zêdetir bidome.

Erdogan ji ber wezîfeya nû ya serokwezîrê Îngilistanê Starmer careke din pîroz kir.