Lûtkeya NATOyê: Erdogan û Macron civiyan

11 July 2023 15:00 0 dîtin
Lûtkeya NATOyê: Erdogan û Macron civiyan

PeyamaKurd- Piştî destpêkirina Lûtkeya Rêberên NATOyê ya ku li Paytexta Lîtvanyayê ya Vilniusê dest pê kir, hevdîtinên rêberên welatên endam jî dest pê kirin. Li gorî hat ragihandin, Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokomarê Fransayê Macron, dest bi dan û stendinan kirin.

Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di çarçoveya Lûtkeya Rêberên NATOyê ya Vilniusê de hevdîtinan dest pê kir û hat diyarkirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanul Macron civiyan û dest bi dan û stendinên dîplomatîk û ewlehiyê kirin.

Lûtkeya NATOyê ya ku bi beşdariya serokên dewlet û hikûmetan tê rêvebirin, dê 2 rojan berdewam bike.