Erdogan û Sekreterê NATOyê civiyan

04 June 2023 17:30 0 dîtin
Erdogan û Sekreterê NATOyê civiyan

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, îro li Stenbolê civiyan.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku Erdogan û Stoltenberg, li Koşka Dolmabahçeyê civiyane.

Ji aliyê Ofîsa Kar a Dolmabahçeyê ve hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de ji bilî geşedanên li herêmê, bi taybetî dê mijara endamtiya Swêdê ya NATOyê bê guftûgokirin.

Beriya niha bi çend rojan, Jens Stoltenberg ragihandibû ku dê di demeke nêzîk de serdana Tirkiyeyê bike û dê bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan re li ser mijara endamtiya Swêdê dan û stendinan bike.