Erdogan bi Sekreterê Gistî yê NATOyê re endamtiya Swêd û Fînlandê ya ji bo NATOyê gotûbêj kir
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi rêya telefonê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re pêwendiyeke telefonî encam da û endamtiya Swêd û Fînlandê ya ji bo NATOyê gotûbêj kirin.
Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiye bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokkomarê wî welatî Recep Tayîp Erdogan îro 3ê Hezîrana 2022ê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re pêwendiyeke telefonî pêk aniye.
Hat diyarkirin ku her du aliyan di wê pêwendiya telefonî de, daxwazên welatên Swêd û Fînlandiya yên ji bo endamtiya NATOyê gotûbêj kirine û Erdogan ji Stoltenberg re gotiye ku nîgeraniyên ewlehiyê yên welatê wî derbarê endamtiya wan her du welatan de li ser bingeheke dadperwerî û rewa ne.
Herwiha Serokkomarê Tirkiye destnîşan kiriye, divê Swêd û Fînlandiya bi eşkere nîşan bidin ku wan dest ji piştevaniya terorê berda ne, dorpêçên li ser Tirkiye rakirine û amade ne ku hevsoziya xwe ji bo hevpeymaniya NATOyê nîşan bidin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî di pêwendiya telefonî de bal kişandiye ser cîbicîkirina daxwazên Tirkiye ku hevpeymaneke girîng a NATOyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin