Sekreterê Gistî yê NATOyê: Divê pistgiriya ji bo Ukraynayê bidome

01 July 2024 08:30 0 dîtin
Sekreterê Gistî yê NATOyê: Divê pistgiriya ji bo Ukraynayê bidome

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê nû yê NATOyê Mark Rutte ku xatirê xwe ji Serokwezîrê Hollandayê xwest, diyar kir ku divê piştgiriya ji bo Ukraynayê bidome.

Sekreterê Giştî yê nû yê NATOyê Mark Rutte di peyama xwe ya xatirxwestinê ya 12 deqeyan de îşaret bi girîngiya piştgirîya ji bo Ukraynayê kir, dema ku ji wezîfeya xwe ya serokwezîriya Hollandayê ku 14 sal bû di peywirê de bû derket.

Rutte da zanîn ku xistina balafira Rêhewayên Malezyayê ku di sala 2014an de di navbera Amsterdam û Kuala Lumpurê de li ser Ukraynayê difiriya, bûyera herî hestiyar û dijwar e ku wî di dema erka xwe de dîtiye û diyar kir ku aştiya li Ûkraynayê ji bo ewlehiya Hollandayê girîng e.

Rutte tekez kir ku divê piştgiriya Ukraynayê bidome û got:

"Çiqas girîng e ku welatê me entegreyî YE û NATOyê bibe. Dema meriv li nexşeya dinyayê dinêre, meriv vê yekê eşkere dibîne. Hûn bi hev re bi hêztir in, ne bi tenê ne. Fikra şer, bi taybetî li welatekî çend saetan bi balafirê ji welatê me dûr, divê em bidomînin ku em piştgirî bidin Ukraynayê."