Rutte bû sekreterê gistî yê NATOyê: ‘Pê gelekî serbilind im’
PeyamaKurd – Serokwezîr Holandayê Mark Rutte ku îro 26ê Hezîranê bi biryara yekdengî ya hemû endamên NATOyê bû Sekreterê Giştî yê Hevpeymana NATOyê got: "Pê gelekî serbilind im ku wek sekreterê giştî yê NATO hatim diyarkirin”.
Biryar e Mark Rutte 1ê Cotmehê peywira sekreteriya giştî ya NATOyê ji hempîşeyê xwe Jens Stoltenberg wergire ku erka wî bidawî hatibû.
Rutte li ser medya civakî got, "Pê gelekî serbilind im ku wek sekreterê giştî yê NATO hatim diyarkirin. Hevpeymanî kevirê bingehîn ê ewlekariya me ya hevpar e û wê wisa bimîne jî. Ji bo min lîdertiya vê hevpeymaniyê berpirsiyariyeke ne hindik e. Gelekî spasiya hemû hevpeymanan dikim ku baweriya xwe bi min anîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin