Sekreterê Gistî yê NATOyê besdarî merasîma sondxwarina Erdogan dibe
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ku lez daye danûstandinên bo endamtiya NATO ya Swêdê serdana Tirkiyeyê dike û beşdarî merasîma sondxwarinê ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibe.
Stoltenberg, piştî ku di gera duyem a 28ê Gulanê de, Erdogan ji nû ve wekî serokomar hat hilbijartin, pêwendiyeke telefonî ligel Erdogan pêk anîbû û girîngiya pejirandina endamtiya Swêd ya NATOyê ji aliyê Tirkiyeyê ve anîbû ziman.
Hat ragihandin ku dê Stoltenberg sibe 3yê Hezîranê roja Şemiyê li parlamentoya Tirkiyeyê amade be û beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin