Sekreterê NATOyê ji bo 'îmzeya bilez' spasiya Erdogan kir

26 January 2024 19:31 0 dîtin
Sekreterê NATOyê ji bo 'îmzeya bilez' spasiya Erdogan kir

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ji ber îmzekirina protokola endamtiya NATO ya Swêdê ku li Parlamentoya Tirkiyê hatiye pejirandin, spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir.

Stoltenberg, piştî hevdîtina ligel Serokomarê Karabagê Milojko Spajic li ser pesendikirina endamtiya NATO ji aliyê Tirkiyê ve diyar kir, wê beşdariya Swêdê NATOyê hîn bihêztir bike.

Herwiha Stoltenberg, kêfxweşiya xwe ya bo pesendkirina protokola endamtiya Swêdê li Parlamentoya Tirkiyeyê anî ziman û got, “Ji ber îmzeya bilez a Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan spasiya wî dikim.”

Stoltenberg, bal kişand ser ku piştevaniya beşdariya NATO ya Swêdê ya Serokwezîrê Macaristanê Victor Orban û hikûmeta wî jî cihê kêfxweşiyê ye û ew li bendê de parlamentoya Macaristanê jî endamtiya Swêdê pesend bike.

Hêjayî gotinê ye, heger Macaristan jî protokola endamtiya NATO yê Swêdê bipejirînê, dê Swêd bi fermî beşdarî nav NATOyê bibe.