Sekreterê NATOyê Rutte li Brukselê serokwezîrê Kanadayê Trudeau kir mêvan

12 February 2025 21:21 0 dîtin
Sekreterê NATOyê Rutte li Brukselê serokwezîrê Kanadayê Trudeau kir mêvan

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte, bi serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, li Brukselê li baregeha NATOyê kir mêvan û li ser mesrefên bergiriyê, zêdekirina hiberînê ya NATOyê û li ser destekên didin Ûkraynayê axifîn. Rutte, xeberê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau li Brukselê berya civînê bi serokê konseya YEyê Antonio Costa û bi seroka komisyona YEyê bi Ursula von der Leyen re civiyabû.