Rutte: “Gelek zahmete ku Ûkrayna ji bo garantîkirina ewlehiyê bibe endamê NATOyê”
PeyamaKurd – Rojekî berê sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte li DYAyê li Koşka Sipî bi serokê DYAyê bi Trump re civiya û got ku eger şerê Rûsya-Ûkraynayê biqede, Ewrûpa û DYA dikarin têkiliyên xwe ji nûh de bi Rûsya re deynin. Li ser endamtiya Ûkraynayê ya bo NATOyê Rûtte got:
“Gelek zahmete ku Ûkrayna ji bo garantîkirina ewlehiya xwe bibe endamê NATOyê”
Rutte her weha got ku niha ne di wê astê de ne ku têkiliyên xwe bi Rûsya re normal bikin. Ji bo hevdîtina bi Trump re jî got ku hevdîtin gelek baş bûye Trump girêdayê hevkariya NATOye û wisa jî hîs kiriye. Rutte weha dewam kir:
“Ji bo Rûsya tevlî hev dîtinên agirbesê bibe, divê NATO zorê bide ser Putin. Rûsya xişîm (naif) nîne û bo dema dirêj li vê dere û dê wenda nebe. Plana agirbesa bo 30 rojan gelek aqilane ye û ez jê razî me. Rêvebiriya Trump astengiya zahmet şikand û bi Rûsan re diyalogê danî. Ev yek bo Ûkraynayê gelek baş e. Her çendîn ji bo ewlehiya Ûkraynayê gelek rê hene jî, gelek zahmete ku NATO tevlî mijarê bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin