Rutte: Welatên Ewropayê neçar in ku ji bo Ûkraynayê planên berbiçav amade bikin
PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re têkilî danî û ragihand ku destpêkirina gotûbêjan ji bo bidawîkirina şerê li Ûkraynayê dest pê kiriye, pêşbîniyên danûstandinên aştiyê di rojeva Konferansa Ewlekariyê ya Munîxê de cih digirin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte îro berî Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê (MSC) ya 2025an ku li Almanyayê li dar dikeve, got: “Heke welatên Ewropayê dixwazin ku di peymana aşitiyê de xwedî gotin bin, neçar in ku ji bo Ûkraynayê planên berbiçav amade bikin.”
Di berdewamê de Mark Rutte diyar kir, “Ez bi rastî bawer dikim ku tiştê ku divê hevalên min ên Ewropî bikin ev e ku planên berbiçav pêk bînin, da ku paşê ew bibin aliyekî gotûbêjên aştiyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin