Wezîrên berevaniyê yên NATOyê îro li Brukselê dicivin

16 June 2022 12:30 0 dîtin
Wezîrên berevaniyê yên NATOyê îro li Brukselê dicivin

PeyamaKurd – Wezîrên berevaniyê yên NATOyê, îro li Bruksel a paytexta Belcîkayê wê li ser Endambûna Swêd û Finlandayê gotûbêjan bikin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg biryar daye ku îro Tirkiye, Swêd û Finlandayê li ser maseyekê li hev bicivîne, da ku bigîhin rêkeftinekê.

Stoltenberg eşkere kir, divê dilgiraniya Tirkiye ku xwedî duyem mezintirîn artêş e li NATOyê, bi ciddî bê dîtin.

Stoltenberg da zanîn: “Peyama min derbarê bi endambûna Swêd û Finlandayê ew e ku ez bi germî pêşwaziyê lê dikim.  Ev biryareke dîrokî ye. Wan bihêz dike û herwiha me jî bihêz dike. Lê di heman demê de divê dilgiraniya serok Erdogan bi ciddî bigrin, rastiya Tirkiye ku îro rûbirûyê gefeke terorîstî ciddî dibe. Tu hevpeymanekî din ê NATOyê bi qasî Tirkiye ji dest gefên terorsîtan ne nalandiye.”