Wezîrên karên derve yên dewletên NATOyê dicivin

04 December 2018 00:19 0 dîtin
Wezîrên karên derve yên dewletên NATOyê dicivin

PeyamaKurd- Wezîrên karên derve yê dewletên NATO yê an ku yên 29 dewletan di 4-5ê mehê de li Brukselê dicivin. Di rojevê de gelek mijar hene. Mijareka herî girîng ya Rûsya-Ûkrayna ye. Peymana nukleerî ya menzîla wan navçe (INF) ê, Rûsya, Rojhilata Navîn, tehdîdên li Afrîka Bakûr û mijara Balkan babetên civînê ne.

Civîna NATO yê wê 2 roj dewam bike. Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ragihand ku wê mijara herî girîng ya sibê mijara INF be û weha dewam kir:

“Peyman ji aliyê Rûsyayê de ketiye nava talûkê. Amerîka peymanê bicîh tîne û divê Rûsya jî bicîh bîne. Rûsya fuzeyeka nû çêkiriye. Çêkir û bicîh jî kir. Ev fuze mobîle û tesbîta wê gelek zahmete. Kapasîta wê ya nukleerî jî heye. Fuze dikare xwe bigihîne hemû welatên Awrûpa. Li Awrûpayê fuzeyên Amerîkayê yên nû tine ne lê yê Rûsayê yên nû hene.