Wezîrên berevaniyê yên NATOyê li Brukselê dicivin

06 June 2018 22:13 0 dîtin
Wezîrên berevaniyê yên NATOyê li Brukselê dicivin

PeyamaKurd - Wezîrên berevaniyê yên NATOyê wê di navbera 7-8ê hezîranê de li Bruksela paytextê Belçîkayê bicivin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg der barê civînê de daxuyanî da çapemeniyê û got wezîr ji bo Civîna Brukselê xebatên amadehiyê dikin.

Stoltenberg got ew li bendêne ku wezîr di vê civînê de ji bo ku Sazûmaniya Fermande ya NATOyê hezar û 200 xebatkarên din jî bên wezîfedarkirin, wê biryarê bidin.

Stoltenberg anî ziman di civînê de ew li bendê ne der barê hin mijarên din yên wek budçe, parastin, hevkariya NATO û Yekîtiya Ewropayê de jî wezîr hin biryaran bidin û hevkariyê bikin.