Wezîrê darayî yê Îsraîlê: Serê Serîda Xezzayê bi 68 milyar dolarî bû mal
PeyamaKurd – Wezîrê darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich ragihand ku şerê li Şerîda Xezzayê di dîroka Îsraîlê de şerê herî dirêje û şerê herî zêde li ser Îsraîlê bûye mal. Smotrich got ku şer bi 68 milyar dolarî bûye mal.
Li gor televizyona deweltê ya Îsraîlê ya bi navê KANê, wezîrê darayî Smotrich li ser budça 2025an civîna çapemeniyê kir. Wezîr got:
“Em di şerê herî dirêj û herî maliyeta wê zêde ya di dîroka Îsraîlê de ne. Rast e rast maliyeta şer 200-250 milyar şekel (54-68 milyar dolar) e. Di budçê de 160 milyar şekel (43,4 milyar dolar) ji bo ewlehiyê û şer hatiye veqetandin. Me 44 milyar şekeli (11,9 milyar dolar) ji bo pêdiviyên sîvîlan û 20 milyar şekel jî (5,4 milyar dolar) ji bo avakirina îmara nûh veqetandiye.
Ji budçê 9 milyar şekel (2,4 milyar dolar) ji bo leşkerên îhtîyad dê veqetînin, ji bo kesên ji Şerdîda Xezayê û ji ser sînorê Lubnanê ji ser cihên xwe bûne, ji bo wan 10 milyar şekel (2,7 milyar dolar) em ê veqetînin.”
Smotrich her weha got ku ji bo komelayetî û zêhna tenduristiyê 1,4 milyon şekel (380 bin dolar) û ji bo tazminata şîrketan 16 milyar şekel (4,3 milyar dolar) dê veqetînin.
Meclisa Îsraîlê wê di 9ê Êlûnê de ji bo dengdana budçê bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin