Serokwezîrê Îsraîlê Bennett: Em ê neçarî serê leskerî bibin!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett ragihand, heta niha di warê siyasî de ti pêşketinek bi aliyên Filistînê re çênebûye û ew ê neçar bimînin bi Libnanê yan jî Xezayê re şer bikin.
Rojnameya Yediot Aharaton a Îsraîlê belav kiriye ku Bennett di rûniştina Komîsyona Ewlehî û Karên Derve ya Parlamentoya Îsraîlê de axiviye û diyar kiriye ku heta niha ti lihevkirinek bi aliyên Filîstînê re çênebûye û gotiye, dibe ku welatê wî bi Libnanê yan jî bi Xezayê re bikeve nav şerekî leşkerî.
Bennett destnîşan kiriye, berjewendiya Îsraîlê ew e ku li Şerîeya Rojava û Xezeyê îstiqrara xwe bidomîne û rê li ber mezinbûna hêza Tevgera Hemasê bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin