Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi serdaneke dîrokî gihist Îmaratê

13 December 2021 11:02 0 dîtin
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi serdaneke dîrokî gihist Îmaratê

PeyamaKurd –  Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi serdaneke dîrokî gihişt Îmaratê û biryar e rewşa navçeyê, bi taybetî pirsa atomî ya Îranê û pêwendiyên aborî yên navbera Îsraîl û Îmaratê, bi berpirsên wî welatî gotûbêj bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett do êvara roja Yekşemê 12ê Kanûna 2021ê, li Balafirxaneya Abu Dhabi peya bû û ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdulla Bin Zaîd El-Nehyan ve pêşwazî lê hat kirin.

Di serdana xwe ya Abu Dhabî de, biryar e Naftali Bennett ligel Şazadeyê Cênişîn Mihemed Bin Zaîd bicive.

hêjayî gotinê ye, cara yekem e serokwezîrekî Îsraîlê serdana Îmaratê dike û sala borî Îsraîl û Îmaratê rêkeftineke asayîkirina pêwendiyan bi navbênkariya Amerîka bi navê Abraham îmze kirin ku ji çend rêkeftinên dîplomatîk ên ligel wî welatî pêk tên. Ji xeynî Îmarat, Behreyn, Sûdan û Mexrîb jî beşdar in. Ji kevin ve nîgeraniyên hevbeş ên Îsraîl û Îmaratê derbarê programa atomî ya Îranê de hene.