Bûdçeya berevaniyê ya Amerîkayê hat pejirandin: Besek jê ji bo Rojavayê Kurdistanê hat terxankirin

16 December 2022 18:58 0 dîtin
Bûdçeya berevaniyê ya Amerîkayê hat pejirandin: Besek jê ji bo Rojavayê Kurdistanê hat terxankirin

PeyamaKurd – Budçeya berevaniyê ya sala 2023yan a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li senatoya Amerîkayê bi piraniya dengan hat pejirandin.

Projeyasaya Budçeya mezin a berevaniyê ya Amerîkayê (NDAA) di senatoya Amerîkayê de çû ber dengdanê û bi 350 dengên belê hat pejirandin.

Di budçeyê 850 milyar dolar bo berevaniyê hatiye terxankirin ku 817 milyar dolar ji Wezareta Bergiriyê re û 30 milyar dolar ji Wezareta Enerjiyê û xercîneyên nukleerî re wê xerckirin.

Herwiha di buçdeya berevaniyê de, ji bo têkoşîna dijî DAIŞê beşek ji Sûriye û Iraqê re hatiye veqetandin ku Amerîka budçeyeke bi qasî 502 milyon û 926 hezar dolaran dide hevpeymanên xwe yên li herêmê.

Ji bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî 165 milyon û 309 hezar dolar di pêşnumeya budçeyê de hat pesendkirin ku wê bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hevpeymanên herêmê bê dayîn.

Tê çaverêkirin piştî ku Serokê Amerîka Joe Biden projeyasayê îmze bike, budçeya giştî were dabeşkirin.