Akar ji bo operasyona ser Rojava got: Xala 51emîn a sertê NY rê dide...

20 December 2022 20:24 0 dîtin
Akar ji bo operasyona ser Rojava got: Xala 51emîn a sertê NY rê dide...

PeyamaKurd  - Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, hevpeyvînek da rojnameya Îtalî Il Messaggero û tê de li ser operasyona muhtemel a nû bo Rojavayê Kurdistanê jî daxuyanî dan.

Akar li ser pirsa rojnameyê dibêje; "Ji bo parastina welatê xwe, em mafê xwe yê xweparastina rewa ya xala 51emîn a şertê Neteweyên Yekbûyî (NY) bikar tînin. Nabe em ji ti kesî destûrê bistînin.”

Wezîrê Tirk di hevpeyvînê de, careke din ji teqîna Stenbolê ya kolana Îstiklalê YPG berpirsiyar girt û got, "PKK bi navên YPG û navên din, tevî ku ji aliyê Yekîtiya Ewropa NATO û Amerîkayê wekî rêxistina terorîst tê naskirin jî ji bo xapandinê di bin wan navan de xebatên xwe didomîne. YPG û PKK heman rêxistin in.”

Herwiha Akar ji rojnameyê re gotiye ku ti pirsgirêka wan bi Kurdan re nîne û operasyonên wan tenê li dijî PKKê ne û diyar kiriye, “YPG nûnertiya Kurdan nake”.