Ji Hulusî Akar daxuyaniya êrîsên ser Rojavayê Kurdistanê

20 November 2022 14:32 0 dîtin
Ji Hulusî Akar daxuyaniya êrîsên ser Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, derbarê êrîşên şeva borî yên balafirên Tirkiyê bi ser deverên Rojavayê Kurdistanê û binkeyên PKKê yên Başûrê Kurdistanê de daxuyanî da û got, operasyona bi navê Pence-Kiliç bi serkeftî encam daye.

Hêjayî gotinê ye, Akar beriya destpêkirina êrîşên asmanî li Navenda Hêzên Asmanî yên Tirkiyê bi fermandaran re civiyaye û êrîş bi rêya bêtêlan birêve biriye.

Piştî êrîşê jî Akar gotiye, operasyon serkeftî encam daye û ew dê ji niha û pê de jî di êrîşan de berdewam bin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî (SOHR) ragihand ku di bombebaranê de binkeyên hêzên HSDê yên Heleb û Hesekê û yên artêşa Sûriyê li Reqa û Hesekê hatine hedefgirtin.

Herwiha SOHRê daye xuyakirin, 9 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD û 6 leşkerên Sûrî hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.