Hulusî Akar: Îdiayên pêla penaberiyê, dûrî rastiyan in

19 February 2023 22:30 0 dîtin
Hulusî Akar: Îdiayên pêla penaberiyê, dûrî rastiyan in

PeyamaKurd- Wezarîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar diyar kir ku îdiayên "pêla penaberên Suriyeyê" ber bi Hatayê ya ku di erdhejê de zirareke mezin dîtiye, rastiyê nîşan nadin.

Hulusî Akar, bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler re li ser xeta sînor kontrolên bejayî û hewayî kirin û qereqolên sînor kontrol kirin.

Wezîr Akar di derbarê rewşê de daxuyanî da û wiha got:

"Hin hêlînên fitneyê û fesadiyê îdiayên 'herikîna penaberan a ji sînoran' dan. Ev îdia bi tevahî ne rast in. Piştî erdhejê, 10 hezar û 633 Suriyeyî bi dildarî vegeriyan warên xwe."

Hulusî Akar, di dewama axaftina xwe de wiha got:

“Ne dergehê sînor de û ne jî di xeta sînor de derbasbûn heye. Berovajî vê yekê diyar kirin ku welatiyên Suriyeyê, ji Tirkiyeyê heta Suriyeyê bi yek alî derbas dibin.

Piştî erdhejê, 10 hezar û 633 Suriyeyî, bi dildarî vegeriyan warên xwe. Ji ber vê yekê di çarçoveya agahiyên ku ketine destê me de ne ji sînor û ne jî ji deriyên sînor derbasbûna welatê me tuneye.”