Hulusî Akar, bersiva Yunanîstanê da: Em destûrê nadin
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyeyê Hulusî Akar, di beşdariya firîna misyona Balafira Kontrola Hişyariyê ya Asîmanî bû û di vê beşdariya xwe de li ser aloziya navbera Tirkiye û Yunanîstanê jî axivî. Akar bal kişand ser mijara dorfirehkirina sînoran û diyar kir ku ew ê destûrê nedin vê yekê.
Hulusî Akar, li ser planên Yunanîstanê yên ji bo zêdekirina sînorên li Egeyê ya 12 kîlometiran û li dijî rêveberiya Atînayê bi tundî axivî û ev peyam ragihand:
"Me heta niha destûr nedaye tiştekî ku hatiye kirin û em ê jî nekin. Hesabên şaş, dê ji Enqereyê vegerin."
Akar, diyar kir ku destkeftiyên leşkerên Tirk li derveyî hemû nirxan in û wiha got: "Em li aliyekî bi feraseta 'sînor rûmet e' ewlehiya sînorên xwe diparêzin, li aliyê din jî têkoşîna xwe ya bi biryar li dijî terorîstan berdewam dikin. Rêxistinên li hundir û derveyî welêt, bi stratejiya tunekirina terorê di çavkaniya xwe de ne. Em bi biryar parastina wê berdewam dikin.”
Hulusî Akar bi berdewamî da zanîn ku di mijara Ege û Rojhilatê Deryaya Spî de tevî ku destên xwe yên aştiyê dirêj dikin jî Yunanîstan her dem tevgerên provakatîfî dike û çalakiyên ku hêrsê zêde bikin, pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin