Hulusî Akar û Fermandarên pilebilind li Diyarbekirê serdana Sûrê kir

01 January 2023 14:05 0 dîtin
Hulusî Akar û Fermandarên pilebilind li Diyarbekirê serdana Sûrê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, di roja dawî ya sala 2022yan de, li Diyarbekirê navçeya Sûrê ku di şerê xendekan de hatibû wêrankirin û piştre beşek jê ji nû ve hatiye avakirin, kir.

Li gorî medya Tirk, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar tevî efserên pilebilind ên wek Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejahyê Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Deryayî Ercument Tatlıoglu û Fermandarê Hêzên Esmanî Atilla Gulan li Diyarbekirê çûn navçeya Sûrê û li wir serdana dikandarên avahiyên nû yên li Sûrê kirin.

Ajansa Fermî ya Tirkiyê AAyê jî dîmenên gera Akar û şanda ligel wî belav kir ku tê xuyakirin Akar û fermandarên Tirk li bazara Sûr a Diyarbekirê digerin.