Balyoza Amerîkayê, pistevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê ragihand
PeyamaKurd- Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski, li Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn a li Duhokê ragihand ku Amerîka wekî hevbeşeke rasteqîn, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Alina Romanowski, di axaftina xwe ya ku li korbendê kir de bal kişand ser helwesta Amerîkayê ya li hember Herêma Kurdistanê û da zanîn ku Amerîka wekî hevbeşeke rasteqîn, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û ew pabendî mana li Herêma Kurdistanê ye da ku di guncandina aliyên siyasî de rola xwe bilîze.
Romanowski got, “Ew pêwendiyên me yên ku hene, em dixwazin berdewam bin û di berjewendiya hemû aliyan de bin.”
Herwiha tekezî li ser serweriya axa Iraqê kir û da zanîn ku Amerîka dixwaze pêwendiyên wê yên baş ligel Hewlêr û Bexdayê hebin û pêwendiya herdu aliyan jî bi hev re baş bin.
Balyoza Amerîkayê ya Iraqê, bal kişand ser destwerdanên Îranê yên li dijî karûbarên Iraqê êrîşên wê yên li ser Herêma Kurdistanê û diyar kir ku Îran demeke dirêj e destwerdana karûbarên Iraqê dike û serweriya axa Iraqê bin pê dike.
Her wiha da zanîn ku Îran wekî cîranekî bibandor e ku pêwendiyên siyasî, aborî û ewlehiyê ligel Iraqê heye, lê belê çareserkirina kêşeya binpêkirina axa Iraqê ji aliyê Îranê ve bi destê Iraqiyan û Mihemed Şiya Sûdanî ye. Balyozê, di axaftina xwe de eşkere kir ku divê pêwendiyeke baş ligel Îranê werin dirustkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin