Rojhilat | Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistanê pistevaniya xwe bo gelê Belûç ragihand
PeyamaKurd – Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, derbarê êrîşên hêzên rejîma Îranê yên li eyaleta Sistan û Belûçistanê de daxuyaniyek belav kir û kuştinkariya li hember xelkê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de, roja Înê bi guleberdana rasterast a hêzên rejîma Îranê kuştina bi dehan serhildêrên bajarên Sîstan û Belûçistanê bi taybet li bajarê Xaşê hatiye bibîrxistin û hatiye gotin, “Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, vê cinayeta nû ya Komara Îslamî bi tundî şermezar dike û ji malbatên can jidestdayan û xelkê Belûç re sersaxiyê dibêje û hêviya başbûnê bo birîndaran dixwaze.”
Navenda Hevkariyê, piştevaniya gelê Rojhilatê Kurdistanê bo gelê Belûç careke din ragihand û diyar kir, “Em xelkê Kurdistanê piştevaniya dubare ya xwe ji nerazîbûnên xelkê li Belûçistan û cihên din yên Îranê re radigihînin û li ser vê baweriyê ne ku, Komara Îslamî a Îranê li dawîn rojên temenê xwe de ye û her bi vê sedemê jî daxwaza berfirehtirbûna nerizayetiyên xelkê li seranserê Îranê heta sernixûniya rejîmê dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin