Fuad Husên diçe Tehranê: Mijara sereke Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî hevdîtina ligel hempîşeyê xwe yê Avusturyayê Alexander Schallenberg li Bexdayê, ragihand ku ew ê serdana Tehranê bike û li ser derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî got ku ew wekî Iraqê pabendî peymana ligel Îranê hatiye îmzekirin in.
Husên diyar kir: “Ev 50 sal in partiyên opozîsyona Îranê li Herêma Kurdistanê bicih bûne û ji bo dûrxistina wan a ji sînorên Îranê jî tedbîr hatine wergirtin. Bi Îranê re pêwendiyên me yên baş û berjewendiyên hevpar hene. Nabe ku serweriya axa Iraqê bi êrîş û tundiyê were binpêkirin. Pêwendiyên me yên dualî ji bo rêgiriya tundiyê ne.”
Husên da zanîn ku siyaseta Iraqê zelale û destûrê nade ji nav sînorên Iraqê çek li hember Îranê were bikaranîn û divê aliyê Îranê jî serî li bombekirina hin herêmên Kurdistanê nede.
Wezîrê Derve yê Iraqê da xuyakirin ku ew dê sibe di serdana Tehranê de, peyama ku Îran serî li tundiya dijî serweriya axa Iraqê nede, bigihîne.
Wezareta Derve ya Iraqê jî ragihand ku dê Husên bi hemkarên xwe yên Îranê re li ser gefên rejîma Îranê yên ji bo bêçek kirin û êrîşkirina li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê gotûbêjan bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îran û Iraqê di Adara îsal de lihevkirinek dualî îmze kirin û Îranê ji Iraqê xwest ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin bên bêçekirin û bixin kampan yan jî wan bişînin welatê sêyem. Îranê weke xala lihevkirina bi Iraqê re roja 19ê Îlonê weke roja dawiyê ya lihevkirinê diyar kiribû. Ji bo bidawîbûna dema ji aliyê Îranê ve hatiye diyarkirin jî tenê 7 roj mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin