Mijara sereke ya hevdîtinên Fuad Husên û berpirsên Îranê kustina Qasim Suleymanî bû
PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya di civîna ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên de mijara kuştina Qasim Suleymanî ji aliyê Amerîkayê li Bexdayê anî rojevê û got, “Êrîşa Îranê ya ser Fermandarê berê yê Supaya Quds a Îranê û Fermandarê berê yê Heşda Şeibî ya Iraqê, sivikayetî bû bi serweriya Iraqê û binpêkirina serbixwebûna wê bû.”
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, ev 2 roj in bi serdaneke fermî li Îranê ye û ligel Serokomar û berpirsên din ên Îranê civîn pêk anîn.
Hat zanîn ku di hemû wan civînan de kuştina Qasim Suleymanî beşek ji gotûbêjan bûye û Sekreterê Encûmana Asayişa Niştimanî ya Îranê gotiye, “Derkirina Amerîkayê ji Iraqê biçûktirîn ceza ye.”
Herwiha Fuad Husên ligel Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî civînek pêk anî û di wê civînê de jî behsa kuştina Qasim Suleymanî hat kirin û çavkaniyên fermî eşkere kirin ku Qalîbaf di civînê de gotiye: “Êrîşa Îranê ya ser Fermandarê berê yê Supaya Quds a Îranê û Fermandarê berê yê Heşda Şeibî ya Iraqê, sivikayetî bû bi serweriya Iraqê û binpêkirina serbixwebûna wê bû.”
Serokê Parlamentoya Îranê herwiha di civînê de tekezî li ser serweriya asayiş, serbixwebûn û yekperçeyiya Iraqê kiriye û rola niha ya Iraqê li herêmê erênî, girîng û karîger nirxandiye.
Fermandarê berê yê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebu Mehdî Muhendis, 3yê meha yekê ya 2020an li nêzîkî balafirxaneya Bexdayê bi êrîşeke balafira bêpîlot a Amerîkayê hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin