Fuad Husên û Balyozê Amerîka serdana Tehranê û rapora mafên mirovan gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ligel Balyozê Amerîka yê li Bexdayê civiya û her du alî li ser rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê mafên mirovan de, serdana Tehranê û hin babetên din axivîn.
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, Wezîrê Derve Fuad Husên ligel Balyozê Amerîkayê Matthew H. Tueller li ser mijara mafên mirovan û pêwendiyên hevbeş ên navbera Bexda û Washingtonê hevdîtinek pêk anîn.
Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin, Fuad Husên kurteyek li ser rewşa Iraqê û kêşeyên li ber pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê piştî hilbijartinên 10ê cotmeha 2021ê pêşkêş kir, ji bilî wê, mijarên herêmî û navdewletî hatin gotûbêjkirin, bi taybetî encamên şerê Ukrayna û bandora wê bo ser aborî û mijara asayîşa xurekê li cîhanê.
Fuad Husên behsa serdana xwe ya Tehranê ji Matthew H. Tueller re kir û da zanîn, beşeke mezin a serdanê ji bo dosyeya atomî ya Îranê bû.
Balyozê Amerîkayê di hevdîtinê de hewldanên Iraqê yên li ser navbeynkariyê bilind nirxand û piştevaniya Washingtonê li ser vê mijarê ji bo Bexdayê ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin