Balyozê Gistî yê Amerîkayê serdana perestgeha Lalisê kir û mûm vêxist
PeyamaKurd – Balyozê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino, ji bo bîranîna komkujiya Kurdên Êzidî, serdana perestgeha Lalişê kir û mûm vêxist. Palladino di serdana xwe de diyar kir: “Em li vî cihê pîroz in ji bo rêzgirtina li qurbaniyên wê jenosîda dirindane, ku heft sal beriya niha rû da.”
Palladino da zanîn: “Amerîka encamderên wê tawanê weke berpirsyar dibîne, em ligel hevbeşên xwe ji bo jinavbirina çekdarên DAIŞê dixebitin, herwiha em ji bo pêşkêşkirina çareseriya mayînde kar dikin, ji bo vegerandina Êzidiyan bi aştî û parastî ji bo warê wan.”
Konsulê Giştî yê Amerîkayê destnîşan kir: “Heta niha me milyonek dolar bexşandiye ji bo parastina perestgeha Lalişê, Wezîrê Karên Derve Blinken eşkere kir; em ê bêhtir alîkariyên mirovî pêşkêş bikin.”
Robert Palladino herwiha da zanîn: “Em car din tekezî li pabendbûna xwe dikin ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyan, da ku Êzidî vegerin warê xwe, em mil bi milê hev radiwestin, weke nimûneyeke xweragir û alîkar, ji bo bawerbûna bi dubarenebûna karên dirinde yên bi vê cûreyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin