Balyozê Gistî yê Amerîkayê mêvandariya hejmarek berpirsên asayîsa Herêma Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Li Hewlêrê Balyozê Giştî yê Balyozxaneya Amerîkayê Irvin Hicks, mêvandariya hejmarek berpirsên asayîşa Herêma Kurdistanê kir.
Pêgeha Balyozxaneya Amerîkayê li Hewlêrê diyar kir: “Balyozê Giştî yê Balyozxaneya Amerîkayê Irvin Hicks, li Enkawa ya Hewlêrê mêvandariya hejmarek berpirsên asayîşa Herêma Kurdistanê kir û di mêvandariyê de nûnerên beşa asayîş, siyasî, aborî, yasayî û leşkerî yên Balyozxaneyê jî beşdar bûn û rûniştin taybet bû li ser hemahengiya di warên asayîş û qahîmkirina yasa de.”
Balyoz Irvin Hicks hevbeşiya bihêz a navbera Amerîkayê û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û di heman demê de mêvanên xwe vexwend ji bo demeke xweş derbaskirinê ya guhdariya mûzîka caz û xwarin û ceribandina xwarinên Amerîkî jî.
Di berdewamiyê de hat ragihandin: “Beşek piraniya mêvanan got ku ev yekem car e serdana Balyozê Giştî dikin li mala wî, lê bêguman wê ne cara dawî be.
Herî dawî Balyozxaneya Amerîkayê eşkere kir: “Hemahengiya me li gel berpirsên Asayîşa Herêma Kurdistanê alîkar dibe ji bo xizmetkirina bi asayîşa netewî û herêmî û baştirkirina rewşa selametiya giştî ya rûniştvanên Herêma Kurdistanê. Herwiha beşek jî wê tekoşîna dijî terorîstan de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin