Balyozê Gistî yê Amerîkayê: Ez xwe weke dostekî dilsoz ê Herêma Kurdistanê dibînim

16 August 2023 10:02 0 dîtin
Balyozê Gistî yê Amerîkayê: Ez xwe weke dostekî dilsoz ê Herêma Kurdistanê dibînim

PeyamaKurd – Balyozê Giştî yê Amerîkayê Irvin Hicks da xuyakirin, ku ew xwe weke dostekî dilsoz ê Herêma Kurdistanê dibîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Irvin Hicks Jr. bi boneya bidawîhatina erka xwe merasîmeke xatirxwestinê li dar xist.

Hicks spasiya piştevaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo lidarxistina wê merasimê kir û tekezî li ser yekrêzî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.

Di merasîmê de ku gelek rayedarên hikûmetê û dîplomat jî amade bûn, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî jî axaftinek kir.

Herîrî kar û hewlên Balyozê Giştî yê Amerîka bilind nirxand ku wek dostekî dilsoz ê gelê Kurdistanê hertim bi cidî kar ji bo baştirkirina peywendiyên Amerîka li gel Herêma Kurdistanê kiriye.