Fuad Husên: Gelê Iraqê baca nakokîyên navbera Amerîka û Îranê dide
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê got, gelê Iraqê baca nakokîyên navbera Îran û Amerîka yên li ser xaka Iraqê dide.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Korbenda Navdewletî ya Dohayê ji ajansa El Monitor re axivî û got, lihevkirina atomî ya bi Îranê re, dikeve berjewendiya Iraqê.
Fuad Husên diyar kir, Iraq bi berdewamî peyaman di navbera Amerîka û Îranê de di derbarê danûstandinên rêkeftina atomî de vediguhêzîne û da zanîn, gihîştina her du aliyan bo rêkeftinê dê bibe sedema aramiya rewşa navxweyî.
Husên eşkere kir: “Wezîrê Derve yê Îranê telefonî min kir û got ku ew gihîştine qonaxa dawî ya danûstandinên li Viyanayê li ser plana kar a giştgîr û hevbeş.”
Husên got: “Nakokiyên di navbera Washington û Îranê de bandora wê li ser axa Iraqê dibe û gelê Iraqê baca wê dide.”
Husên diyar kir ku êrîşa mûşekî ya Îranê ya di 13ê Adarê de li ser Hewlêrê pêk hatiye, dibe ku girêdayî hevdîtinên Viyenayê yan jî mijarên din ên herêmî be, lê hikûmeta Iraqê bi fermî nerazîbûna xwe gihand Îranê û lêkolînên xwe di êrîşê de dike, piştî bidawîbûna lêkolînan dê axaftina wan hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin