Herdu partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi navbeynkariya PDKÎyê li hev kir

23 June 2023 19:53 0 dîtin
Herdu partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi navbeynkariya PDKÎyê li hev kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi navbeynkariya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê; Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ku di encama aloziya 22yê Hezîranê li gundê Zirgwez ê Silêmaniyê du Pêşmerge hatibûn kuştin, li ser vekişandina hêzan û ji hev dûrxistina hêzên xwe li hev kirin.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê ragihandin ku şandeke hevbeş bi berpirsên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê re hevdîtin kirine û li ser li hev kirine ku her du baskên Komeleyê ji daxuyaniyên li dijî hev dûr bisekinin.

Hat eşkere kirin, lihevkirin li ser hatiye kirin ku hêzên xwe ji hev dûr bixin û ji bo çareserkirina nakokiyên xwe herdu alî dest bi danûstandinan bikin.

Di daxuyaniya hevbeş de hat ragihandin ku ew ji bo bicihkirina rêkeftinê amade ne hevkariya her du partiyan bikin.