Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo 20-21ê mehê banga greva gistî kir
PeyamaKurd – Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, di sêyemîn meha xwepêşandanên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî de ku heta niha bi sedan kes bi destê hêzên Îranê hatine kuştin û birîndarkirin, herwiha ji bo rawestandina îdamkirina xwepêşanderan û azadkirina girtiyan, banga greva giştî ya du rojan kir.
Di daxuyaniya Navenda Hevkariyê de ku bi xîtaba “Xelkê xebatkar yên Îranê! Jin, xwandekar, mamoste û kedkarên xelkê Îran û Kurdistan!’ dest pê dike de, behsa êrîşên hêzên Îranê yên ser xwepêşanderan, kuştin, girtin û sepandina sizayê îdamê li ser 22 xwepêşanderên vê dawiyê hatine girtin tê kirin.
Herwiha Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, bilindbûna nirxan û givaşên aborî yên li ser xelkê, kasibikar û bazariyan jî di bangewaziya xwe de bibîr xist û ji hemû xelkê xebatkar yên Îran û Kurdistanê daxwaz kir, li dijî siyaseta serkutkirinê ya rejîmê û dawîanîna bidarvekirina azadîxwazan û azadkirina bê şert û merc ya hemû girtiyên siyasî, bi taybet girtiyên vê dawiyê ji bo rojên 20 û 21ê Kanûnê banga greva giştî kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji hemû çalakvanên siyasî û medenî, partî û saziyên siyasî yên Kurdistan û Îranê û azadîxwaz ên li derveyî welat jî, daxwazê dikin ku ji bo piştevanîkirina xwe di vê mangirtina seranserî de carek din yekgirtî û yekdengiya hemû beşên xelkê bin, heta herfîna rejîmê bihêz bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin