Partiyên Rojhilatê Kurdistanê banga boykotkirina hilbijartinên Îranê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihand ku hejmarek Partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwazê ji Kurdên Rojhilat dikin ku hilbijartinên parlamentoya Îranê boykot bikin û neçin ser sindoqan.
Navenda Alîkariya Partiyên Kurdistana Îranê ya ji partiyên Demokrat (Hizba Demokrata Kurdistana Îranê -PDKÎ ) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) û partiyên Komeleya Zehmetkêşan û Komeleya Şoreşgêr pêk tê, bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya derbarê hilbijartinên giştî yên Îranê de ragihandin û gotin:
“Parlamentoya Îranê ti deman nekariye di pirsên girîng ên wî welatî de biryarder be û wek organekî serekî yê wê desthilata serkotker rola wê hebûye.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Komara Îslamî tevî encamdana mezintirîn tawanan di derheqê xelkê serhildayî de, dixwaze ji bo rêkxistina şanoya hilbijartinê û anîna xelkê bo ser sindoqên dengdanê, li ber çavê civaka navdewletî îmajeke baş ji xwe re berdest bike.”
Navenda Alîkariya Partiyên Kurdistana Îranê ragihand ku wan biryar daye “Bi awayekî çalak hilbijartinan baykot bikin” û da zanîn; ew di wê baweriyê de ne ku “di wê rewşa niha ya Îranê û Kurdistanê de, her kes xwe di vê hilbijartinê de berbijêr bike yan biçe ser sindoqên dengdanê, rasterast xizmeta rewatîdana bi tawanên Komara Îslamî dike.”
Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd ê Rojhilat hat kirin ku tevlî baykotê bibin û neçin ser sindoqên dengdanê.
Hilbijartinên parlamentoya Îranê 21ê Sibata 2020an têne lidarxistin û li gorî ragihandina Wezareta Navxwe ya Îranê tê çaverîkirin ku rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinên vê carê de kêm bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin