Xelkê Rojhilatê Kurdistanê pêswazî li banga hevpar a 6 partiyên Kurd kir...
PeyamaKurd – 6 Partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, roja Çarşemê 6ê Îlonê li hev kirin ku di salvegera şehîdkirina Jîna Emînî de 16ê Îlonê, xwepêşandan û grevên giştî bên kirin.
Doh 6ê Îlona 2023yan Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Komele (Rêkxistina Kurdistanî ya Hizba Komonîsta Îranê), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Saziya Xebata Kurdistana Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Komela Zehmetkêşên Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar, bangewazî li gelê Rojhilatê Kurdistanê kirin, “Di salvegera destpêka şoreşa Jînayê de di cihê xwe de ye ku bi nîşana bilindnirxandina yad û bîranîna şehîdên wê şoreşa nû û rêzgirtina ji cangoriyan û girtiyên siyasî û zindîragirtina tevgera siyasî, bi qedirgiranî ve em ber bi vê yada mezin a siyasî û civakî ve biçin.”
Piştî vê daxuyaniyê şeva derbasbûyî li taxa “Kûyê Daniş” a bajarê Mihabadê, xelkê azadîxwaz bi dirûşman pêşwazî li bangewaziya salvegera şoreşa “Jîna Emînî” kir.
Li gundê “Qereqişlax” ê devera “Şarwêran” a bajarê Mihabadê, bi nivîsandina dirûşmên li ser dîwaran, pêşewazî li vê banghêjiyê kirin û soza berdewamiya rêbaza şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dan. Tê çaverêkirin 16ê Îlonê jî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê, çalakî û xwepêşandanên rêzgirtina Şoreşa Jîna Emînî û şehîdên wê werin lidarxistin.
Xalên ku di salvegera Şoreşa Jîna Emînî de 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser li hev kirine wiha ne:
1- Piştevanîkirin ji daxwaziyên xebatkarên civaka medenî û rêkxistinên serbixwe ji bo rêzgirtin û beşdariya çalakane di salvegera şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de.
2- Ragihandina roja 25ê Xermananê (16 Îlon 2023), wek roja mangirtina giştî li hemû Kurdistanê. Di vê rojê de hemû dukan û bazar û navendên kar û îdarî têne daxistin; danê sibêzûya wê roja (25ê Xermananê) cemawera xelkê Kurdistanê serdana tirba Jînaya ciwanemerg û tev şehîd û cangoriyên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li bajar û gundên Kurdistanê dikin û deste gulên rêz û xoşewîstiyê danêne ser gorên wan û rêûresmên rêzgirtina ji wan lidar bixin.
3- Em daxwazê ji tev xelkê azadîxwaz ên Îranê (jin, ciwan, kirêkar, mamosta û malnişînkiriyan, Jîngehparêzan û netewên bindest li seranserî Îranê) dikin da ku piştevaniya mangirtina xelkê Kurdistanê bikin û bi mangirtina giştî, nîşanê hemû kesî bidin ku şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” heya gihîştin bi armancên xwe dê her wisa berdewam be.
4- Em daxwazê ji hemû xebatkar û hêz û aliyên pêşkevtîxwaz li derveyî welata dikin ku bi hemû awayekî piştevaniya mangirtina giştî ya 25ê Xermananê bikin û di wê rojê de xwenîşandan û rêpîvanên girseyî lidar bixin û bala civaka mirovdost ên cîhanê bo piştgîriya şoreşa Jînayê rabikêşin.
5- Her yek ji hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanî yên beşdar di vê komcivînê de, piştgîrî û beşdariya xwe li mangirtina roja 25ê Xermananê û rêûresmên li ser gora şehîdan û cangoriyan radigihînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin