RAPOR | Ji %60ê xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê besdarî xwepêsandanan bûne

22 January 2023 17:52 0 dîtin
RAPOR | Ji %60ê xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê besdarî xwepêsandanan bûne

PeyamaKurd – Li gorî raporeke ku piştî rapirsiyekê li ser beşdarbûna xwepêşandanên Îranê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî bûne, piraniya xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî protestoyên dijî rejîma Îranê bûne.

Saziya bi navê Dadêhayê Bazê Îranê di encama rapirsîna xwe ya derbarê protestoyên Îranê de, raporek belav kiriye û tê de ragihandiye ku ji sedî 60ê xelkê Îran û Kurdistanê beşdarî xwepêşandanên seranserî bûne.

Beşek ji rapora rapirsînê wiha ye:

Ji her 10 kesên bersiv dane, 6 kes ji wan beşdarî xwepêşandanan bûne.

Hejmara zilaman ji jinan zêdetir bûye.

Ji sedî 76 ji wan kesên bersiva rapirsiyê dane, di yan bixwe yan jî bi yek ji kesên malbatê re beşdarî protestoyan bûne.

Ji sedî 71ê kesên bersiva rapirsiyê dane gotine ku ew zêdetirî 10 caran beşdarî xwepêşandanan bûne.

Herwiha ji sisiyan yek ji beşdarên rapirsiyê jî gotine ku ew di xwepêşandanan de birîndar bûne.