Îsmaîl Bakayî: Îranî ês û azarên xelkê Helebceyê ji kûr ve têdigihîjin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bakayî got: “Derbasbûna demê nikare hovîtîya tawanên rejîma Beis li dijî xelkê Helebce kêm bike.”
Berdevk Bakayî roja Yekşemê 16.03.2025ê bi boneya 37emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê li ser platforma medyaya civakî X peyamek parve kir.
Bakayî diyar kir ku di encama bombebaranê de bi deh hezaran sivîlên bêguneh canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne û wiha got: “Îranî bi taybetî gelê Serdeştê û gelek leşker û sivîlên ku di şerê 8 salan de di navbera Iraq û Îranê de rastî êrîşa bi çekên kîmyewî hatin, êş û azarên gelê Helebce ji kûr ve têdigihîjin.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê tekezî li ser wê yekê kir ku daxwaza rewa û herdemî ya rizgarbûyên ji çekên kîmyayî yên rejîma berê ya Iraqê edalet e.
Îsmaîl Bakayî: “Derbasbûna demê nikare hovîtîya tawanên rejîma Beis li dijî xelkê Helebce û daxwaza edaletê kêm bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin